Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Bergumanekî DAIŞî yê Amerîkî Dersînor Dike


Tirkîyê îro Pêncşemê ragihand ku ew Amerîkîyekî, ku guman heye endamê DAIŞê ye, îro dersînor dike û dişîne Amerîka.

Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê ragihand ku navê zilamê 39 salî Mihemed Darwis B ji Amerîka re tê şandin, piştî ku ew çend roj in li devera bêmirov ya navbera Tirkîyê û Yunanistanê asê mbû.

Wezaretê da zanîn ku Amerîka qayil bû ku wî kesî qebûl bike, tevî ku Washingtonê destpêka wergirtina wî red kiribû.

Biryara vegerandina Mihemed Darwis B di vê demê de tê ku Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan do Çarşemê li Washingtonê bi Serokê Amerîka Donald Trump re hevdîtinek kiribû

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG