Tirkîyê îro ji balyozê Îsraîlê yê li Enqerê, Eitan Naeh xwest ku jiber tundîya Îsraîlê ya hember Fîlîstînîyan, welêt biterkîne.
Karbidestekî Tirk ku nexwest navê wî eşkere be, ji Reutersê re got ku Naeh îro ji wezareta derve ya Tirkîyê re hate gazî kirin û ji wî hat xwestin ku bo demekê here welatê xwe.
Serokwezîrê Tirkîyê Bînalî Yildirim kuştina xwepêşanderên Fîlîstînî ji alîyê hêzên Îsraîlî ve şermezar kiribû û gotibû ku Amerîka di wê tawankarîya dijî mirovahîyê de hevkara Îsraîlê ye.