Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye û Welatên Kendavê Êrîşên Esmanî yên Ser Helebê Şermezar Dikin


Pîştî êrîşên esmanî Heleb (Arşîv)
Pîştî êrîşên esmanî Heleb (Arşîv)

Wezîre Derve yê Tirkîyê û hevtayên wî yên Ereb li Kendavê îro Pêncşemê êrîşên esmanî yên ser bajarê Helebê şermezar kirin û xemgînîya xwe li ser bêkiryarîya Neteweyên Yekbûyî dîyar kirin.

Wezîre Derve yê Tirkîyê Mevlut Cavusoglu û şeş hevtayên wî yên li Civata Hevkarîya Kendavê, di civîna li Erebistana Saudî de xem û fikarên xwe li ser rewşa Helebê ragihand.

"Wezîran zêdebûna operasyonên leşkerî li Helebê û êrîşên bê armancên zelalkirî li ser gelê sîvîl û binesazîya bajêr şermezar kirin,” daxuyanîya hevbeş ya civînê ragihand.

Firokên Rûsî û Sûrî êrîşên esmanî yên behskirî li ser deverên bin kontrola serhildayan li Helebê bi rêve dibin.

Hêjayî balkişandinê ye ku tevî rexneyên ser êrîşên esmanî, Enqerê xwedîyê peywendîyên baş bi Moskowê re ye.

XS
SM
MD
LG