Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşên Tirkîyê yên Ser Gundên Kobanê de Keçeke 12 Salî Hate Kuştin


Ev çar rojin ku topbaranên artêşa Tirkîyê yên ser sînorê Kobanê û Girêspî berdewam in û di encamê da jimareke kes hatin kuştin û birîndar kirin.

Di êrîşên herî dawî de, zarokeke 12 salî ya bi navê Sara Rifat Mustefa ya ji gundê Tilfindir ya rojhilata Kobanê jîyana xwe ji dest da.

Ji gundê Tilfindir Ehmed Abdo da zanîn ku Sara bi rêya guleyeke sîiqastê de, jiber birînên di serê wê de jîyana xwe hinda kiriye.

Gundên li ser xeta sînor rojane dibin armanca guleyên artêşa Tirk, lê di çend rojên dawî de êrîşên wiha zêde bûne, taybetî piştî ku Serokê Tirkîyê Erdogan ragihandibû ku ewê operasiyonekê li rojhilata çemê Firatê li darxin.

MB_11_01_2018_Kobane_Eris
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:45 0:00

XS
SM
MD
LG