Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Dibêje Hejmara Pêketinên Korona ji 150 Hezar Borîye


Kolanên Enqerê (Arşîv)

Wezareta Saxlemî ya Tirkîyê îro Duşemê ragihand ku di 24 saetên dawî de 1,158 kesên din bi vîrusa korona ketine.

Wrzaretê da zanîn ku bi pêzanînên dawî, hejmara bûyerên piştrastkirî yên pêketina COVID-19 bû 150,593.

Tirkîye di hejmara tûşbûnên koronayê de, li seranser cîhanê di rêza nehan de ye.

Enqerê, piştî ku hejmarên pêketina daket xwarê, dest bi sistkirina pîvanên pêşîgir kir.

Hêjayî bîrxistinê ye ku heta niha 4,171 kes jiber koronayê mirine û 111,577 kes jî ji wê nexweşîyê filitîne.

Hikûmeta Tirkîyê ragihand ku wê ji destpêbûna belavbûna vîrusê heya niha 1.6 mîlyon test pêk anîne.

XS
SM
MD
LG