Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê 30 Kesên Din bi Koronayê Mirin


Wezîrê Saxlemî yê Tirkîyê Fahrettîn Koca îro Pêncşemê ragihand ku di 24 saetên dawî de 30 kesên din jiber vîrusa korona jîyanên xwe hinda kirin.

Koca da zanîn ku îro 33, 559 test hatine kirin û 182 bûyerên pêketina koronayê hatine dîtin.

“30 hemwelatîyên me jîyanên xwe ji dest dan lê saxlamîya 1576 welatîyên me qenc bû. Heta niha 1 mîlyon û 928,209 test hatine kirin û hejmara giştî ya pêketina korona 160, 979 û hejmara mirinan jî 4,461 e.”

Koca dîyar kir ku heta niha 124, 369 hemwelatîyên wan ji nexweşîya korona filitîn, lê wî hişyarî da ku xeterîya korona bi temamî derbaz nebûye.

“Mixabin hemwelatîyên me piştî rakirina tedbîrên pêşîgir, bi rêkûpekî pîvanên mesafeya civakî pêk neanîne. Ez bang li hemwelatîyan dikim ku tedbîrên heyî bi temamî bi cîh bînin ku em bikarin rê li ber pêleke duyê ya belavbûna koronayê bigirin.”

XS
SM
MD
LG