Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koca: Li Tirkîyê 75 Kesên Din jiber Korona Mirin


Wezîrê Saxlemî yê Tirkîyê Fahrettîn Koca îro Duşemê ragihand ku 75 kesên din ji vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dan.

Koca dîyar kir ku hejmara giştî ya kesên ku jiber korona mirine giheştiye 649 kesan.

Wî li ser Twitterê da zanîn ku 3,148 kesên nû bi vîrusa korona ketine û hejmrara giştî ya pêketîyan jî bû 30,217.

Koca herwiha got ku di 24 saetên dawî de 21,400 testên jibo nexweşîya COVID-19 li Tirkîyê hatine kirin.

XS
SM
MD
LG