Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Aborîzan Kozanoglu: Aborîya Tirkîyê ya Lawaz bi Korona Xirabtir Bûye


Vîrusa korona weke hemû cîhanê li seranserî Tirkîyê jî belav bûye û bandorên mezin li ser jîyana rojane û aborîya welêt dike.

Bi hezaran kargeh hatine girtin, bi hezaran kes jî ji malê dixebitin û bi mîlyonan kes jî rûbirûyê bêkarî bûne.

Aborîzan Hayrî Kozanoglu ji Dengê Amerîka re got ku jiber ku mirov li malên xwe dimînin, daxwaza berhemên hilberandî kêm bûye.

Hayrî Kozanoglu
Hayrî Kozanoglu

“Kargeh nikarin hilberînê bidomînin. Jiber ku ew beramberî hilberînê, nikarin berhemên xwe bifiroşin. Dîsa jiber ku ew dizanin ku gava hilberînê bikin nikarin belav bikin. Jiber vê yekê jî pirsgirêkek cidî bi daxwazkeran heye.”

Kozanoglu bal dikşîne ku ji berê de aborîya Tirkîyê ne baş e û bi krona rewş dê hîn xirabtir be.

“Eger di vê demê de mexdurîyet werin kêm kirin di pêvajoya pêş wê hêsantir û zûtir derbaz bibe. Divê deynên elektrîk û avê, fatureyên gaza xwezayî werin paşxistin. Jibo welatîyan kişandina kredîyan divê hêsan be. Divê deynên kredîtkartan û deynên kredî yên cotkaran werin sekinandin û faîza kredîyan neyê standin. Bi vî rengî zîyanên bankeyan ji alîyê dewletê ve were dayîn, hem hemwelatî mexdûr nabin hem jî sîstema fînansê dê vê pêvajoyê bi zîyanên kêm derbaz bikin.”

Kozanoglu bal kişand ku jibo kesên ku jiber vîrusa korona bêkar dimînin ti tedbîr nehatine standin. “Divê wek piştgirî, mûçeya bêkarîyê ji wan kesên bêkar were dayîn.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:22 0:00

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG