Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sedemên Belavbûna Korona li Tirkîyê Çi Ne?


Wezîrê Saxlemîyê yê Tirkîyê Fahrettîn Koca roja Şemîyê ragihand ku di sê rojên dawî de pêketîyên vîrusa korona herî zêde li Stenbol, Enqere, Entab (Dîlok), Konya û Amedê hatine dîtin

Gelo sedemên zêdebûna pêketîyan vîrusa korona li van bajaran çi ne û jibo pêşîgirtina belavbûna korona divê çi werin kirin?

Dr. Halîs Yerîikaya
Dr. Halîs Yerîikaya

Endamê Konseya Rêvebirîya Yekîtîya Doktorên Tirk (TTB) Halîs Yerlîkaya dibêje ku ku sedema serekî ya belavbûna vîrusa cîhneanîna tedbîrên pêşîgirtinê ye.

“Korona jiber nepaqijî, neparastina dûrbûna civakî û herwiha jiber nexebitandina mask û alavên xweparastinê ye.”

Dr. Yerlîkaya rexne li karbidestan digire ku li gor zanîstîyê tevnagerin.

“Divê ev peyvajo bi pîvanên zanîstîyê pêk bihata, lê mixabin hemî biryar bi awayekî navendî, ji Enqerê hatin girtin. Divê pêketîyên virûsa korona bajar bajar bihata zelal kirin û divê pevajoyên normalbûnê jî li gor vê yekê pêk bihata.”

XS
SM
MD
LG