Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Dê bo Şopandina Karantînayê Pêketîyên Korona Telefona Destan Bixebitîne


Turkey coronavirus

Karbidestên Tirk ragihand ku ewê jibo şopandina pêketîyên vîrusa korona telefona destan bi kar bînin da ku ew bi misogerî di karantînayê de bimînin.

“Emê dest bi şopandina welatîyan bikin û ji wan re peyamên sms bişînin û telefonê ji wan ra bikin ku ew ji malên xwe dernekevin,” rêvebirîya ragihandina seroktîya Tirkîyê bi daxuyanîyeke nivîskî da zanîn.

Daxuyanîyê bi berdewamî got ku welatî de werin hişyar kirin ku bizivirin malên xwe û kesên binpêkirina karantînayê didomînin dê werin ceza kirin.

Di daxuyanîyê de hat bîrxistin ku qanûna Tirkîyê rê dide ku bêyî razîbûna kesan daneyên şexsî jibo armancên awarte werin bikarînan.

Piştî ku bûyera yekê ya pêketina vîrusa korona di 11’ê Adarê de hat piştrast kirin, li Tirkîyê pirtir ji 34,000 bûyer hatine tomar kirin û ji 725’an borîye.

Enqerê tedbîrên tund wergirtine ku têkîlîyên civakî sînordar bike û di vê çarçoveyê de hin bajar xistin bin karantînayê, mizgeft, xwendingeh bar û xwaringeh girtine û hatûçûna navbera bajaran jî teng kir.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan gelek caran gazî welatîyan kiribû ku xwe karantîna bikin, tevî ku wî bi fermî biryara derneketina ji malê nedaye.

Çînê, Sîngaporê, Koreya Başûr û welatên din ji runiştvanan xwestin ku app’an û teknolojîyên din bi kar bînin ku hevhatina xwe digel karantînayê bişopînin, lê çalakvanên nepenîyê dibêjin ew tedbîr dijî azadîya kesane ne.

Yekîtîya Ewrupa jî bo şopandina belavbûna vîrusê amedekarîya rêyên bikarînana app’ên mobîl dike.

XS
SM
MD
LG