Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê bi Belavbûna Korona, Tedbîrên Pêşîgirtinê Xurt Dike


Bajarê Amedê

Tirkîyê îro Duşemê ragihand ku bi armanca pêşîgirtina vîrusa korona, li 18 bajaran, 39 deverên lêjîyankirinê karantîna hat ragihandin.

Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku karantîna li yek bajarok, 6 tax, 28 gund û 4 gundik hatiye danîn.

Heta niha 131 kes jiber korona li Tirkîyê jîyanên xwe hinda kirine û 9,217 haletên piştraskirî yên korona hatine tomar kirin.

Hikûmeta Tirkîyê di çarçoveya hewilên nehêlana belavbûna korona de, rêwîtîyên trenê yên navbera bajaran sekinandibûn û hejmara firînan jî kêm kiribûn.

Partîyên oposîzyonê bang li hikûmeta dikin ku qedexeya derketina kolanan ya seranser Tirkîyê ragihîne.

Li ber e Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro, piştî civîna vîdyoyî ya kabîneya xwe gotareke ji gel re pêşkêş bike û li ser rewşça dawî bipeyîve.

XS
SM
MD
LG