Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Tirkîye Dixwaze Pirtir Bingehên Leşkerî Îraqê Ava Bike


Qaroleke Tirk li herêma Duhojê
Qaroleke Tirk li herêma Duhojê

Reutersê ji zarê karbidestekî payebilind yê Tirk ragihand ku Enqere dixwaze pirtir bingehên leşkerî yên kindemî li bakurê Îraqê ava bike ku sînorên xwe biparêze.

Karbidestê ku nexwest navê wî eşkere be, got ku Enqerê piştî hevdîtinên bi Bexdayê re dest bi operasyona xwe ya dijî PKK’ê kir.

Heman karbidest got ku Enqerê bi zelalî ji Bexdayê re got ku divê ew serhildayên PKKê rji nav axa xwe paqij bike û rêkên wê yên çûnûhatinê û torên lojîstîkî bigire.

Tirkîyê dest bi operasyoneke leşkerî ya nav axa Herêma Kurdistana Îraqê kiriye ku şervanên PKK’ê ji wê herêmê derxîne.

Wezareta Berevanî ya Tirkîyê îro Pêncşemê ragihand ku wek beşeke operasyona Pêncê ya ser devera Heftanînê, firokên wê yên F-16 , dron û howîtzeran li pirtir ji 500 armancên PKK’ê xistine.

XS
SM
MD
LG