Artêşa Tirk di demên dawî de bi rengekî berfireh ketiye nav axa Herêma Kurdistanê ku bigehên PKK'ê yên li devera Xakurk û Qendîl tune bike.
Rojnamevan Beyar Zawîteyî dibêje ku ji destpêkê ve dewleta Tirk hebûna Kurdan qebûl nake û hewil dide ku Kurdan ji nav bide.
Zawîteyî bawer dike ku rewşa lawaz ya dewleta Îraqê jî cesaret dide Tirkîyê ku gavên wiha bavêje.
Endamê rêvebirîya Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK), Sebrî Silêvaneyî jî dibêje ku hilbijartinên li Tirkîyê û ragirtina balanseke beramber Îranê li herêmê sedema hatina Tirkîyê ye.