Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê di 2019'an de 474 Jin Hatine Kuştin


Platforma 'Emê Kuştinên Jinan Rawestînin' rapora Tirkîyê ya sala 2019’an eşkere kir.

Li gor raporê, li Tirkîye di nava salekê de 474 jin bi destê zilaman hatine kuştin.

Dîsa, 24 jin jiber egerên aborî, 114 jin jibo ku telaqa xwe xwestine, bi destê hevjînên xwe hatine kuştin.

Rapor balê dikşîne ku hemî jin bi destê zilaman hatine kuştin.

134 jin bi destê hevjînên xwe, 25 jin bi destê hevjînên xwe yên berê, 15 jin bi destê bavên xwe, 25 jin jî bi destê kurên xwe hatine kuştin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG