Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Şerê Navbera Hêzên Tirk û Serhildayên Kurd Gur Dibe


Ajansa Reuters radigihîne ku pevçûnên navbera hêzên ewlekarî yên Tirk û mîlîtanên Kurd li Dîyarbekirê gûrtir dibin, piştî ku leşkerekî Tirk di êrîşeke bombeyî de hate kuştin.

Reuters da zanîn ku di heman êrîşê de herwiha 7 kesên din jî birîndar bûn.

Hêzên ewlekarî yên Tirk hefteya borî bi beşdarbûna tankan û hezaran leşkeran

operasyoneke berfireh destpê kiribûn, piştî ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan gotibû ku ewê koka mîlîtanan rakin.

Li gor pêzanînên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) herî kêm 24 sîvîl di operasyonan de hatine kuştin.

Lê, medya dewleta Tirk radigihîne ku di heşt rojên dawî de 168 mîlîtanên PKKê li şeş bajarên Kurdan li başûrê rojhilatata welêt hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG