Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Peyvajoyeke Nû ya Çareserkirina Pirsa Kurdî Pêkan E?


Peoples Democracy Party (HDP) headquarter

Di rojên dawî de hin raport belav dibin ku li Tirkîye peyvajoyeke nû ya çareserkirina pirsgirêka Kurdî careke din dikare destpê bike.

Hevdîtinên bi rêberê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan ew îdia xurt kir, lê piştî ku bajarvanên Amed, Mêrdîn û Wanê ji kar hatin dûr xistin, reşbînî careke din fireh dibe.

Nivîskar Îlhamî Işik, ku demekê di nava tevgera Kurd û dewleta Tirkîyê de navberkarî dikir, dibêje ku dema Tirkîye nêzîkî peyvajoya aştîyê dibe, yekser provokasyon çêdibin.

“Ez biryara dûrxistina bajarvananan ji ser karên wan, wek biryareke jana destpêka peyvajoyeke nû ya aştîyê dibînim ku îhtîmal e di Îlonê de destpê bike. Îktîdar dixwaze sîyasetê hîn lawaz bike, bi taybetî li ser revebirîyên heremî dixwaze vê yekê bike.”

Işik îdia dike ku biryara qayuman ne bêyî Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan hatiye dayîn û bandora Partîya Tewgera Netewperwer (MHP) li ser wê çêbûye.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:12 0:00

XS
SM
MD
LG