Karbidestên hikûmeta Tirkîyê, ku di nav wan de wezîrên derve û yê darayî jî hene, îro Çarşemê çûn bajarê Trablusê ya Lîbyayê.
Hikûmeta Lihevhatina Netewî ya Lîbyayê (GNA) ku ji alîyê civaka navnetewî ve tê nasîn, di rûpela xwe ya Facebookê dew serêdan ragihand.
GNA di hefteyên dawî de bi desteka leşkerî ya Tirkîyê hêzên Artêşa Natewî ya Lîbyayî (LNA) ya Xelîfa Heftar ji çend deverên bakurê rojavayê welêt û ji dora Trablusê derxistibûn.
Hêjayî balkişandinê ye ku li Lîbya du hikûmet hene û Enqere piştgirîya GNA dike û LNA jî piştevanî ji Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, Rûsya û Misir werdigire.