Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Landmine Monitor: Li Tirkîyê Dora 900 Hezar Mayînên Binerdkirî Hene


Rexistina Kontrolkirina Mayînan (Landmine Monitor) ya 2018’an weşand û tê de bal dikşîne ku li seranser Tirkîyê pirtir jî mîlyonek mayînên binerdkirî hene.

Landmine Monitor dide zanîn ku ji wan mayînan 900 hezar zêdetir li ser tixubên Tirkîyê ne û 90 jî sedê ji wan mayînan li ser sînorê Tirkîyê û Sûrîyê ne.

Li gor raportê, Tirkîye jî di nav de, 164 dewlet “Peymana Qedexekirina Mayînan” îmza kiriye û li gor peymanê divê hemî dewlet mayînên xwe paqij bikin.

Tirkîyê berî niha gotîbû ku ewê paqijkirina mayînan heta sala 2014’an bi dawî bîne, lê ew yek bi cîh nehat. Enqerê dû re heta 2022’an ev dem dirêj kir, lê heta niha tenê 26 hezar mayîn hatine paqij kirin.

Înîsîyatîfa Tirkîyeyeke Bê Mayîn, li ser raporta daxuyanîyek li Stenbolê da û Komela Mafên Mirovan (IHD) Komela Astengberan ya Tirkîye û Odeya Doktoran ya Stenbolê jî tev li daxuyanîyê bûn.

Nûnera însiyatîfê Muteber Ogreten dibêje ku heta sala 2022’an paqijkirina mayînên Tirkîyê ne pêkan e.

“Tirkîye, şuna ku erkên ser milê xwe bi cîh bînr, li ser sînoran avakirina plana ewlekarîyê dike û bûyerên peqîna mayînan çêdibin.”

Endamê IHD'ê Huseyîn Aygul jî dîyar kir ku bi taybetî mayîn li bajarên Kurdan hene û di peqînên mayînan de gelek zarok jî jîyana xwe di dest didin.

Li Tirkîyê li bajarên wek Dîyarbekir, Erdexan, Agirî, Îdir, Bêtlîs, Bazîd, Entab, Hekarî, Elîh, Qers, Mêrdîn, Sêrt, Riha, Dersîm, Şirnex Çewlîk, Hatay û Wanê mayîn hene.

MONITOR dide zanîn ku di sala 2017’an bi mayîn û peqemenîyên bermahîyên şer de 2,793 kesan jîyana xwe ji dest dan, 4 hezar kes jî birîndar bûn.

XS
SM
MD
LG