Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Azad Sagniç: Li Tirkîye 5 Hezar Kes jiber Parvekirinên Medya Civakî Girtî Ne


Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê dîyar kir ku di navbera 5 û 12’ê Mijdarê de di derheqa 182 hesabên medya civakî lêpirsîn pêk hat.

Di malpera fermî ya wezaretê de, tawanên dijî wan kesan jî cih digirin û “propagandaya rêxistinên terorê, pesindana wan rêxistinan û li dijî karbidestên dewletê heqaret di nav dwna tawanan de hene.

Dîsa li gor wezaretê meha Cotmehê jî jiber parvekirinên medya civakî 11 kes hatin girtin.

Wezaretê di dema şerê Efrinê ji diyar kiribû ku kesên operasyona Tirkîyê li ser medya civakî rexne kirin ji wan 845 kes hatîbûn bincav kirin.

Lêkolîner Azad Sagniç dibêje ku peyvajoya gotinên tund yên hikûmetê li ser medya civakî bi xwepêşandanên Gezî Parkê vê destpê kir.

“Bi pêvajoya şerê Kobanê, serokomar, serokwezîr û wezîrê naxweyî yê Tirkîye gotinên tundtir kirin û li ser van parvekirinan rêya dadgehan dan nîşandan. Girtin û binçavkirinên pêşin di dema erîşên Tirkîye yên ser Efrînê çêbûn û ew dijî hiqûqî û Qanûna Bingehîn ya Tirkîyê ne jiber ku li gor Qanûna Bingehîn azadîya ramanê ne suc e.”

Sagniç îdia dike ku di derheqa 5 hezar kesan de, jiber parvekirinên medya civakî doz hatin vekirin û 4500 ji wan Kurd in, 500 kesên din jî rikeberên hikûmetê ne.

“Kurdên ku hatine sucdar kirin jî hemû wek alîgir yan jî progangadavsnên Partîya Karkerên Kurdîstanê (PKK), ten nîşandan.”

MEB_11_16_2018_Medya_Civakî
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:06 0:00

XS
SM
MD
LG