Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Tirkîyê Peyvajoya Normalbûnê Didomîne, TTB Wê Hişyar Dike


Li Tirkîyê ku pêketina yekê ya vîrusa korona di 11’ê Adarê de hat dîtin, li gor amarên fermî hejmara giştî ya tûşbûnan 153,548 e û bi giştî jî 4,749 kes ji jiber wê vîrusê mirine.

Piştî 71 rojan li Tirkîyê tekoşîneke çawe dijî vîrusa korona hat dayîn? Enqerê jibo tekoşîna dijî vîrusa korona di bin banê Wezareta Saxlemîya Tirkîyê de Lîjneya Zanîstîyê firand.

Hikûmetê jibo pêşîgirtina koronayê di 18 Nîsanê de li 30 bajarên mezin û li Zonguldak’ê cara yekê biryara qedexeye derketina derve da ku li wan bajaran 64 mîlyon mirov anku % 78 nûfûsa Tirkîyê dijî.

Wezîrê Perwerdê Zîya Selçuk dîyar kir ku hemî dibistan û zanîngeh heta 31’ê Gulan’ê wê girtî bimînin.

Serokê Rêvebirîya Karên Olî Alî Erbaş jî gotibû ku heta xeterîya vîrusa korona derbaz dibe, hemî mizgeft wê girtî bimînin.

Hikûmetê ji hemwelatîyan xwest ku ji xeynî rewşên pedivî, ti kes ji malên xwe dernekevin û piştî 50 rojan jibo mirovên î 65 salî mezintir qedexeya derketina derve ragihand û dû re ew biryar bo mirovên bin 20 salî jî hat dayîn.

Dîsa, xencî dermanxane, veterîner, firin û xwaringehan hemî kargehên din hatin girtin.

Piştî wan tedbîrên pêşîgir, hejmara pêketîyên korona dest bi kêmbûnê kir û peyvajoya normalbûnê destpê kir û di 11’ê Gulanê de hin bazar, porbir, Mall (AVM) hatin vekirin û jibo 7 bajaran jî biryara qedexeya çûnhatinê hat rakirin.

Lê, Yekîtîya Doktorên Tirk (TTB) ji destpêka peyvajoya belavbûna vîrusa korona vir ve biryar û polîtîkaya hikûmetê rexne dike.

Endama TTB Fîlîz Unal dibêje ku gavên pêşdem, bê serûber û bê plankarî hatine hatine avêtin.

‘’Divê di serî de gav jibo navendên tendirustîyê û cîhên qerebalix yên wek fabrîqeyên karker lê dixebitin bihatana avêtin. Lê hemî stratejîya peyvajoya normalbûnê bi vekirina AVM’yan, porbiran (berber) destpê kir. Piştî eyda Ramazanê jî hem nexweşên korona, hem jî nexweşên kronîk wê di nav hev de werin derman kirin. Ev jî dide nîşan ku ev peyvajo bêplan tê mêşandin.’’

Hêjayî bîrxistinê ye jibo eyda Ramazanê 4 roj biryara qedexeya derketina derve ya seranser Tirkîyê hate ragihandin.

MEB_22_05_2020_70Roj_Korona
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:00 0:00

XS
SM
MD
LG