Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Nirxandinên Ser Peyvajoya Normalbûnê Çi Ne?


Li Tirkîyê Nirxandinên Li Ser Pevajoya Normalbûnê Çi Ne?

Li Tirkîyê jiber pêşîgirtina belavbûna vîrusa korona ev demeke dirêje îzolosyoneke dihat bi rê ve birin. Tirkîye jibo qonaxa yekan ya jibo pêvajoya normalbûnê 11’ê Gulan’ê hin gavên nû avêtin.

Bi vê yekê berber, hin tezgehên bazaran, Mall (AVM), navendên bedewîyê hatin vekirin.

Ev biryar ji alîyê Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ve hat dayîn.

Lê partîyên opozîsyona Tirkîyê jî, ji gava yekan ya normalbûnê ne razî ne.

Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) dîyar dike ku ev gava yekan ya normalbûnê wê zêdetir bibe sedema belavbûna vîrusa korona.

Cîgirê Serokê Giştî yê Partîya Gel a Komarî (CHP)Yunus Emre jî, bi daxuyanîyekê dîyar kir ku “Eger jibo aborî piştgirî were dayîn û careke din hilberandin vegere ser demê xwe yê berê normalbûn wê pêk were.”

Gelo biryara normalbûnê dibe ku belavbûna vîrusa korona zêdetir bike, û bi taybetî jî, li Stenbolê di alîyê tendirustîya de bandorên çawe bike?

Abuzer Aslan
Abuzer Aslan

Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Tendirustîyê (SES) yê Şaxa Stenbol’ê Abuzer Aslan dibêje ku biryara normalbûnê jibo Stenbolê hêj zû ye û gel hişyar dike.

“Her roj ji hezarî zêdetir mirov bi vîrusa korona dikevin. Bi gava vekirina AVM’yan wek qey hemî tişt normal bûye tê nişandan. Lê ev ne wiha ye. Ev gavek lez û gavek jibo aborîyê hatiye avêtin. Piştî deh rojan karê xebatkarên tendirustîyê yê zêdetir giran bibe.” Wî got.

Aslan, hejmara testên hatine kirin yên vîrusa koronayê jî pir kêm dibîne û gotina hikûmetê ya serkeftînê jî rexne dike.

“Divê ku heta ne 1,400,000 hezar kes, lê herî kêm % 50 nîfûsa Tirkîyê bihata test kirin. Sîstema tendirustîya Tirkîyê bi vê nexweşîyê hat dîtin ku ewqas ne baş e.”

Hêjayî birxistinê ye ku serokê Tirkîyê Erdogan dîyar kir ku, piştî meha remezanê jî hêdî hêdî hin gavên din jî yên jibo normalbûnê werin avêtin.

Bi vê yekê li Tirkîye plana normalbûnê ji çar qonaxan wê pêk were, qoxana duyan di navbera 27’ê Gulanê û 31’ê Tebaxê, qonaxa sêyan 1'ê Îlon û Berfanbarê, qonaxa çaran jî destpêka sala 2021’an destpê dike.

MEB_13_05_2020_Plana_Normalbûnê_SES
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:12 0:00

XS
SM
MD
LG