Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavuşoglu: Tirkîye Vegerandina Penaberên Sûrî bo Welatê Wan ligel NY Gotûbêj Dike


Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu dibêje ku welatê wî ligel ajansa Neteweyên Yekbûyî ya penaberan dike ku penaberên Sûrî vegerînin welatê wan.

Şîroveyên Çavuşoglu yên do Yekşemê belav bûn li tersî sîyaseta giştî ya UNCHR’ê ye hember vegera penaberan bo Sûrîyê. Ajansa penaberan hîn jî Sûrîyê wekî welatekî xeter ji bo vegerandina penaberan dibîne.

“Em niha piştgirîyeke baştir ji civaka navnetewî dibînin, derbarê vegera ewle ya penaberan. Em li ser vegerandina penaberan kar dikin, bi taybet yên Sûrî, û bi taybet jî ligel Komîsyona Bilind ya NY bo Penaberan,” Wezîrê Derve yê Tirkîyê ragihand.

Ajansa Associated Press ya nûçeyan derbarê şîroveyên Çavuşolgu peywendî ligel berdevkekî UNHCR kir, lê ti bersiv wernegirt. UNHCR li dijî vegerandina bi zorê ya penaberan e, lê berê danûstandin ligel Tirkîyê kiriye derbarê vegera xwebexş ya penaberan bo Sûrîyê.

Tirkîyê jimara herî mezin ya penaberan li ser asta cîhanê vedihewîne. Rêjeyeke mezin ji penaberên Sûrî li Libnan, Urdun û Îraqê jî dimînin.

Wezîrê derve yê Tirkîyê herwiha got divê civaka navnetewî bihev re kar bike da ku pirsgirêka koçberîyê çareser bike.

“Ne durist e ku em ji alîyê ewlekarî ve li vê pirsgirêkê binêrin. Şaş e ku em bi awayekî nijadperest û faşîst lê binêrin. Ji alîyekê din ve, eger ev problemeke civakî ye, pêwîst e bi hêminî were nirxandin û çareserîyeke bi sîyasetên nû jê re were berhemdan,” Çavuşoglu got.

Tirkîyê sala 2016’ê rêkeftinek bi Yekîtîya Ewrupayê re îmze kir ku nehêle penaberên Sûrî biçin Ewrupayê. Ji bo wê yekê jî, Tirkîyê pere wergirtibû.

XS
SM
MD
LG