Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Wek Pêngaveke Parastina ji Korona, bi Hezaran Girtîyan Berdide


Turkey US Pastor Trial

Parlamana Tirkîyê roja Sêşemê qanûnek pejirand ku bi deh hezaran girtîyan berde ku barê girtîgehên qerebalix sivik bike û girtîyan ji vîrusa korona biparêze.

Lê rexne hene ku girtîyên bi tewana terorê hatî girtin ji derveyî wê pêngavê hatine hêlan.

Partîya Serok Erdogan AKP’ ê û hevalbenda wê, partîya MHP’ê piştgirîya wê qanûnê kirine ku bi 279 dengên erênî û 51 dengên dijî hate pejirandin.

Qanûn dê rêyê jibo serbestkirina demkî ya 45,000 girtîyan veke da ku berê belavbûna vîrusa korona bigire.

Li gor wê qanûnê kesên ku tên berdan heta dawîya meha Gulanê dê jêr kontrola dadê de werin berdan. Wezareta dadê dikare wê demê sê caran û her carekê herî zêde du mehan dirêj bike.

Qanûn ji hêla partîyên dijber û çalakvanan ve tê rexne kirin ku kesên bi tawana terorê hatî girtin li derve hatine hiştin.

Di nav wan kesên ku li derve hatin hiştin de rojnamevan û sîyasetvan jî hene ku di encama hewildana derbeya sala 2016’an da hatibûn girtin.

Endamên opozîsyonê dibêjin ku berdana tawanbarên wek diz, sextekar û bertîlxwar, dikare bibe sedema zêdebûna tawanan.

Binpêkirina dijî qanûna îstixbaratê ya Tirkîyê li dervayê çarçoveya berdana pêşwext hatin hiştin.

Endamên opozîsyonê dibêjin ku armanca wê xalê jî derve hiştina wan rojnamevan e ku mirina endamên îstixbarata Tirkîyê ya di pevçûnên Lîbyayê de ragihandibûn.

Tirkîye bi hezaran akademîsyen, parêzer, rojnamevan, karmendên sivîl û endamên artêşê girtin ku ew dibêjin wan piştgirîya zanayê olî Fethullan Gulen kiriye ku Tirkîye wî bi pêşengîya hewildana derbeyê tawanbar dike.

Hêjayî bîrxistinê ye ku gelek çalakvan û sîyasetvanên Kurd, ku dewleta Tirk dibêje têkîlîyên wan bi Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) heye, li zindanan girtî ne.

XS
SM
MD
LG