Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Peqîna Enqerê, Tirkîye Bingehên Serhildayên Kurd Bomberan Dike


Ajansa AFP radigihîne ku firokên cengî yên Tirk îro Duşemê bingehên serhildayên Kurd li bakurê Îraqê bombebaran kirin, rojekê piştî ku êrîşeke xwekujî, herî kêm 36 kes li Enqerê kuştin.

Heta niha ti kes berpirsîya êrîşa Enqerê ranekir ser xwe ku pirtir jî 120 kes birîndar bûn û gelek otomobîl jî şewitîn.

Lê, karbidestekî Tirk ji ajasanê re gotiye ku bi bawerîya wan yek ji bombevanan jineke Kurd e ku peywedenî ligel PKK heye.

Li paytaxta Tirkîyê, Enqerê meha borî jî êrîşeke xwekujî qewimîbû û bi dehan kes tê de hatibûn kuştin.

Grubeke bi navê Teyrêbazên Azadîya Kurdistanê (TAK) berpirsîya wê êrîşê rakiribû ser xwe, lê heta niha ti rêxistin li ser êrîşêa dohî daxuyanî nedaye.

XS
SM
MD
LG