Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin û Erdogan Xeta Gaza Xwezayî ya Navbera Tirkîyê û Rûsya Vekirin


Serokê Rûsya Vladimir Putin serdana Tirkîye kir û beşdarê rêûresma vekirina Xeta Gaza Xwezayî ya navbera Tirkîyê û Rûsya yê de bû.

Gaza xwezayî ya Rûsya ji ser Deryaya Reş û Tirkîye bi rêya vê xetê dê bidin Ewrûpayê.

Putin da zanîn li ser vê xetê salê dikarin 31,5 mîlyar metrekup gaz bidin.

“Hevkarîya di nav Tirkîyê û Rûsya de her roj pêşketîtir dibe. Feydeya mezin ya vê xetê li ser ekonomîya Tirkîyê û dewletên rojhilata Ewrûpayê jî çêbe,” Putin got.

Erdogan jî got ku hevkarîya wan a enerjîyê wek hevjarîyên din bi ser ket. “Me nehîşt ku cudabîrîyên hizrî li ser berjewendîyên hevpar bandora neyênî çêke,” Erdogan got.

Dirêjahîya xetê 935 kîlometre yê. 700 km li ser erdê Tirkîye derbaz dibe.

Li gor medyaya Rûsya jibo lêkirina xeta gaze, 11 mîlyar euro mesref hatiye kirin.

XS
SM
MD
LG