Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Dîplomatên Ewrupî Protesto Dike ku Beşdarî Doza Rojnamevanan Bûn


Can Dundar û Erdem Gul

Ajansa AFP îro Duşemê radigihîne ku Tirkîyê îro Duşemê hebûna nûnerên balyozxaneyên Ewrupî di rûniştina doza du rojnamevanan den girtî de protesto kir.

Jêderekî dîplomatîk ji ajansê re got ku Tirkîyê dijberîya xwe li hember şîroveyên hin dîplomatan ragihand ku di medya civakî de hatibûn weşandin.

Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Bekir Bozdag jî demeke zûtir ya îro Duşemê di Twitterê de bi zimanekî tûj gotibû ku reftara dîplomatan qet nayê pejiandin.

Bozdag hişyarî da ku bandorkirina dadwerîya Tirkîyê tawanek e û nûnerên dîplomatîk “derketina dervayê desthilatên xwe.”

Rojnamevanên Tirk yên navdar Can Dundar û Erdem Gul ku bi îxanetê tên tawanbar kirin, jiber nûçeyeke wan ya derbarê şandina çekên neqanûnî ji komên tundrê li Sûrîyê re tên darizandin.

Hêjayî gotinê ye, gieaştin û êrîşên ser azadîya raman li Tirkîyê xemeke mezin e û ew welat di raporta Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor de, nav 180 dewletan de rêza 149’an digire.

XS
SM
MD
LG