Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Rêkeftina Rûsya û Tirkiyê li Dor Idlibê


Serokên Tirkiyê û Rûsya di kombûna Soçî de giheştin rêkeftinekê li dor avakirina herêmeke bêçek li parêzgeha Idlib a bakurê Sûriyê.

Ev herêm wê berî 15ê meha 10an, bi kûrahiya 15 ta 20 kîlometran, bê avakirin û wê hêzên Rûsya û Tirkiyê nobedariya wê bikin.

Wezareta Derve ya Sûriyê bixêrhatina rekeftinê kir û got wê Sûriyê di şerê terorîstan de berdewam be, heta ku hemî herêmên welêt bên rizgar kirin.

Gelo wê çawa ev rêkeftin were cîh kirin?

Tirkiye ta çi astê dikare guruba Desteya Rizgarkirina Şamê ya girêdayî El Qayde ji Îdlibê derxîne?

Opozisyona Sûrî wê çawa vê rêkeftinê bipejirîne eger encama dawî wê vegera desthilata rejîma Esed bo Idlibê?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna Ezîz Osman û Denîz Çîfçî, her du şîrovekarên siyasî ku li Londonê dimînin, ronî dide ser vê babetê:

Jibo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng vekin

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:28:58 0:00

XS
SM
MD
LG