Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Dibêje Amerîka bo Civîna Astana Vexwendî Ye, Lê Hîn Rûsya Bêdeng E


Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu dîyar kir ku dê Amerîka jî jibo civînên li ser pêşeroja Sûriyê were vexwendin, lê karbidestên Rûsî red kir ku ser wê yekê daxuyanî bidin.

Rûsya û Tirkîye, tevî ku di şerê li Sûriyê de piştgirî didan alîyên rikberê hevdu jî, çaverê ye ku bi hevkarîya her du dewletan, di 23ê vê mehê de li Astana ya paytaxta Qazaqistanê hevdîtinên aştîyê werin li dar xistin

Berê Amerîkayê hewil dabû ku alîyên şer li maseya dîyalogê bicivîne, lê niha li dervayê însîyatîfa havbeş ya Rûsya û Tirkîye maye.

Çavuşoglu ku dewleta wî jî wek Amerîka piştgirî dida serhildayên Sûrîyê, dîyar kir ku Amerîka jî dê jibo civînên li Astana were vexwendin, lê Kremlîn, alîgirê sereke yê serokê Sûrîyê Beşar Esed red kir ku şîrove li ser gotinên Çavuşoglu bike.

Berdevkê Kremlînê Dimitry Peskov got ku ew li ser mijara vexwendina Amerîka niha nikare tiştekî bibêje.

Lê, Peskov dîyar kir ku Rûsya beşdarbûna herî berfireh ya hemî alîyên, ku piştevanên çareserîyeke sîyasî ji kêşeya Sûrî re dixwazin, hêvî dike.

XS
SM
MD
LG