Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mustafa Pekoz: Kirîna S-400’an Wê Encamên Neyênî jî Tirkîyê re Bîne


Kirîna sîstema parastina esmanî S-400 ji Rusya, di navbera Amerîka û Tirkîyê de di hêla dîplomasîyê de rojeva herî germ e.

Amerîka, kirîna S-400 jibo ewlehîya firokên şer F-35’an gef dibîne û jiber vê yeke jî tim dibêje kirîna S-400 dê zararê bide peywendîyên dualî.

Pisporê Rojhilata Navîn Mustafa Pekoz dibêje ku biryara Tirkîyê ya kirîna mûşekan hîn ne zelal e.

“Em dikarin bêjin ku Tirkîye bo kirîna S-400 biryarek zelal nedaye. Du alîyên politîk li Tirkîye hene: Serokomarê Tirkîyê û serokê Partîya Tevgera Netewperwer (MHP) Devlet Bahçelî di kirîna sîstemê de bi israr in. Li alîyê din, hem Wezareta Derve û hem jî Wezîrê Berevanî Tirkîyê Hulusî Akar dixwazin kirîn were paşxistin.”

Pekoz bal dikşîne ku kirîna sîstema S-400’an Tirkîyê wê têxe bin ambargoyên sîyasî, aborî û leşkerî yên Amerîkî, lê îhtîmala din jî ji Enqerê re kêşeyên nû tîne.

“Nekirîna S-400 dê jibo têkilîyên Tirkîye û Rûsya re pirsgirêkan çêke. Rûsya bi firotina S-400’an dixwaze krîzekê Tirkîye di nava endamên NATO’yê de çêke. Eger Tirkîye dev ji kirîna S-400’an berde, hem têkilîyên aborî û sîyasî, hem jî ji têkilîyên leşkerî bi taybetî jibo rewşa li Sûrîye Tirkîye dê krîzeke cîdî bijî.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:03 0:00

XS
SM
MD
LG