Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Hişyarî Dide Kurdên Sûrîyê ku Pirtir Êrîşan Bike


Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu îro Duşemê hişyarî da şervanên YPG ku hêza xwe demûdest ji rojavayê Çemê Fêratê bikşîne, yan jî bibe armanca êrîşên hêzên Tirkîyê.

Çavuşoglu daxuyanîya xwe di vê demê de da ku hêzên bi piştgirîya Tirkîyê jimareke gund û bajarokên li bakurê Sûrîyê xistine bin kontrola xwe.

Tankên Tirk bo piştgirîdayîna serhildayên Sûrî hefteya borî ketibûn nav axa Cerablusê ku bajêr ji destê DAIŞê derxînin. Lê, gelek pispor bawer dikin ku armanaca serekî ya Enqerê pêşîgirtina hêzên bi pêşengîya Kurdan e.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) da zanîn ku serhildayan 21 gund û bajarok ji destê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) standine ku Amerîka piştgirî dida wan.

XS
SM
MD
LG