Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tevî Agirbestê, Tirkîye Gefa Topbarankirina Kurdên Sûrîyê Dike


Tirkîye îro Sêşemê reşbînîya xwe dîyar dike ku wê pêşnîyara Amerîka û Rûsya ya “sekinandina neyartîyan” li Sûrîyê bi cîh nayê û gefan dike ku ewê berdewam topbarana şervanên Kurdên Sûrî bike.

Cîgirê Serokwezîrê Tirkîyê Numan Kurtulmuş li Enqerê ji rojnamevanan re got, ew ne pir geşbîn e ku hemî alîyên li Sûrîyê rêze li “sekinandina neyartîyan” bigirin.

Kurtulmuş hişyarî da ku ew dikarin êrîşên xwe yên hember YPG li nav axa Sûrîyê bidomînin.

“Ku hewce be, piştî 27ê Şubatê jî, emê bersîva êrîşên ji nav axa Sûrîyê bidin. Tirkîyê wê axa xwe biparêze. Ev tiştekî zelal e”, Kurtulmus got.

XS
SM
MD
LG