Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye: Ger Hêzên Sûrî Êrîşî Xalên Me Bikin Emê Bersîvdaneke Xurt Bidin


Wezareta Berevanî ya Tirkîyê îro Sêşemê ragihand ku ewê hember êrîşên dijî xalên wê yên çavdêrîyê li Îdlibê bersîvdaneke xurt bide.

“Ger hêzên Beşar Esad êrîş bibin ser xalên me yên çavdêrîyê li Îdlibê, emê bêguman bi awayê herî xurt bersîvdaneke pir xurt bidin,” daxuyanîya Tirkî got.

Hêzên hikûmeta Sûrî, di pêşketineke girîng de, îro Sêşemê ketibûn nava bajarokê Maaret el Numan ya Îdlibê.

Hêzên hikûmetê operasyonên xwe didomînin ku herêma Îdlibê ji serhildayan paqij bikin û firokên Rûsî jî piştgirî didin wan.

XS
SM
MD
LG