Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Bakurê Sûrîyê 2 Leşkerên Tirk Hatin Kuştin, 2 jî Birîndar Bûn


Arşîv: Tankeke arteşa Tirkiyê li herêma Mertala Firatê
Arşîv: Tankeke arteşa Tirkiyê li herêma Mertala Firatê

Wezareta Berevaniya Tirkiyê îro Yekşemê ragihnad ku 2 leşkerên Tirk hatine kuştin 2 yên din jî birîndar bûne di encama êrîşekê de li bakurê Sûriyê.

Wezareta Berevaniyê di hesaba twitterê da ragihand ku otombîlek zirxî rastî êrîşê hatiye, êrîş roja Şemiyê pêkhatiye li herêma ku dibêjin "Mertalê Firatê" ku herêmeke dikeve di navbera sinorên Tirkiyê û bakurê Helebê de, ku herdu bajarên Jerablus û Al Bab vedigire.

Wezaret dibêje, hêzên wan armancên "terorîstî" bombebaran kirine weke tolhildanek. Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov "SOHR" ku bingeha wê li Brîtanya dimîne gotiye, dehan mûşekên Tirkiyê herêma bakurê Helebê aramnc girtîye bê ku pêzanin derbarê qurbaniyan hebin, lê Tirkiyê gotiye wan "7 şervan jinav birine".

Daxuyanîya wezareta Tirkiyê zelal nake kanê kê êrîş encam daye, lê ew weke "terorîst" bi nav kirine.

Tirkiye şerê Yekîneyên Parastina Gelê Kurdên Sûriyê dike yan jî Yekîneyên Parastina Gel YPGê.

Tirkîye wan beşekî grûpa Kurdan dibîne ya ku dehan salane êrîşan di nav axa Tirkiyê de encam dide.

Tirkiyê yekemîn operasyon di nav axa Sûriyê de li sala 2016ê encam da bi armanca jinav birina Dewleta Îslamê DAIŞê piştî encamdana çendîn peqînên kujer li Tirkiyê. Navê Mertala Firatê li ser wê operasyonê danî bû.

Tirkiyê heta niha 3 operasyonên din li bakurê Sûriyê pêkanîne, pirraniya wan li dij Yekîneyên Parastina Gel YPGê bûn.

Tirkiye gelek hêris bû, jiber ku Amerîka piştevaniya şervanên Kurdên Sûrî dike yên ku bûne stûna bihêz ya yekîneyên şerê DAIŞê dikin.

XS
SM
MD
LG