Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Pirtir Tank Dişîne Ser Sînorê Sûrîyê û YPG'ê Hişyar Dike


Tirkîyê îro Pêncşemê pirtir tank şandin ser sînorê Sûrîyê piştî ku hêzên opozîsyona Sûrî bi piştgirîya Enqerê bajarê Cerablus kontrol kir.

Tankên nû wê tev li yên berê bin ku di nav operasyona Mertala Fêratê de cîh digirin.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan roja Çarşemê gotibû ku operasyona wan cîhadîyên DAIŞê neçar kir ku Cerablus vala bikin, lê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku ew ber bi bajarê Bab ve diçin.

Tirkîyê herwiha hişyarî da YPG ya Kurdî ku hêzên xwe ji rojavayê Fêratê paşve bikşîne.

Wezîrê Berevanî yê Tirkîyê Fikri Işik YPG hişyar kir ku hêzên xwe bikşîne rojhilata Fêratê yan rûbirûyê maytekirina Tirkîyê bibe.

XS
SM
MD
LG