Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Xizmetên Trenên Navbera Bajaran Jinûve Destpê Dike


Li Tirkîyê seferên trenên yên navbera bajaran, piştî navbera du mehan, îro Pêncşemê jinûve destpê kirin.

Trena pêşîn ya piştî qedexeyên jiber koronayê, vê sibê ji Enqerê bi rê ket ku here Stenbolê.

Wezîrê Veguhastinê yê Tirkîyê Adîl Karaîsmaîloglu got ku tren wê rojane 16 seferan bike, lê kesên ji 20 salî biçûktir û ji 65 salî mezintir wê nikaribin rêwîtîyê bikin.

Karaîsmaîloglu herwiha got ku tren dê bi nîvê kapasîteyên xwe bixebitin û ewê jibo semptomên koronayê werin kontrol kirin.

Hikûmeta Tirkîyê jibo pêşîgirtina belavbûna vîrusa korona biryara qedexeya derketinê dabû û rêwîtîya di navbera bajarên mezin de qedexe kiribû, xwaringeh û xwendingehan daxistibûn û sînorên xwe jî girtibûn.

Enqerê hefteya borî dest bi sistkirina hîn rêgirîyan kiribû û gotibû ku ew armanc dike ku di meha Tebaxê de dest bi jîyana normal bike.

XS
SM
MD
LG