Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye ji Amerîka Dixwaze ku YPG’ê ji Nav HSD’ê Derxîne


Tirkîyê îro Pêncşemê ji Amerîka xwest ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji nav Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) derxîne.

Wezîrê Berevanî yê Tirkîyê Nurettîn Canîklî, rojeke piştî hevdîtina xwe ya ligel hevtayê xwe yê Amerîkî Jim Mattis, got ku wan daxwaz ji Amerîka kiriye ku dawî li piştgirîya jibo YPG’ê bîne.

“Me ji Amerîka daxwaz kir ku peywendîya bi YPG’ê re biqedîne. Mebesta min ev e ku divê hemî alîkarîyên ku ji YPG’ê ya baska Sûrî ya PKK’ê re têne dayîn, bi dawî werin. Me ji Amerîkîyan xwest ku YPG ji nav HSD’ê were derxistin”

Tirkîye ji mêjve nerazî ye ku Amerîka bi YPG’ê re hevkarî dike û piştgirîya leşkerî dide wê, lê Washington wê hêzê, di şerê dijî DAIŞ’ê de wek aktoreke serekî ya karîger dibîne.

XS
SM
MD
LG