Lînkên eksesibilîtî

Tirkîye ji Amerîka Dixwaze ku Pêdaçûna Ser Sekinandina Vîza Bike


Pêş balyozxaneya Amerîkî li Enqerê. Cotmeh 9, 2017

Tirkîyê îro bang li Amerîka kir ku pêdaçûnê li ser cemidandina xîzmetên vîza bike, piştî ku balyozxana Amerîkî jiber girtina karmendekî wê ew xizmet sekinandibû.

Wezareta Derve ya Tirkîyê îro bang li dîplomatekî Amerîkî kir ku ji Amerîka bixwaze biryara cemidandina ximtên vîza rake, bi sedema ku ew yek girjîbûna nehewce çêdike.

Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Abdulhamît Gul got ku ger xemên cidî yên Amerîkî li ser mîsyonên li Tirkîyê hebin, Tirkîye dê pêngavên pêdivî bavêje.

“Lê, eger ev girêdayî girtina karmendê konsulxanê ye, hîngê ew, biryareke dadwerîya Tirkîyê ye. Darizandina hemwelatîyekê me jibo tawanekê wî li nav Tirkîyê kiriye, mafê me ye,” Gul got.

Medya Tirkî ragihand ku karbidestan biryara girtina karmendekî din yê konsulxana Amerîkî daye û hevjîn û zarokê wî kesî niha di bin lêpirsîna polîsan de ne.

XS
SM
MD
LG