Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye di Behîya Bombevanê Enqerê de 10 Kes Desteser Dike


Hêzên ewlekarî yên Tirk îro Sêşemê li bajarê Wanê avêtin ser mizgeftekê ku tazîya bombevanê êrîşa Enqerê lê dihat kirin.

Karbidestan ragihand ku di operasyonê de 10 kes hatin desteser kirin ku bo sersaxîya malbatê bombevan Abdulbaki Somer civîbûn.

Ajansa Dogan ragihand ku di nav kesên desteserkirî de bav û birayên Somer û meleyîê mizgeftê jî hene û ew kes bi “propogandaya rêxistina terorê” tên sûcdar kirin.

Hêjayî bîrxistinê ye, Somer, endamê gruba bi navê Teyrêbazên Azadîya Kurdistanê (TAK) bû û hefteya borî otomobîla bombekirî li ser konvoyeke leşkerî peqandibû û 29 kes kuştibûn.

XS
SM
MD
LG