Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Hejmaran Rewşa Jinan li Tirkîyê


Cîgirê Serokê Komîsyona Mafê Mirovan ya Parlamana Tirkîyê Sezgîn Tanrikulu li ser mafê jinan raporek amade kir behsa rewşa jîyana kar kir û da zanîn ku li Tirkîye tenê % 17 jinan karekî ewle dikin.

Li gor raporê li Tirkîye 32 mîlyon ji di temenê kar da ne, lê tenê 5 mîlyon û 600 jin xwedî karekî saxlem in.

Rêjeya bêkarîya jinên ciwan ji % 51 bihorîye.

Di îstîhdama jinan de ji % 56 di sektorên xizmetê de kar dikin.

3,5 mîlyon jin jî bandora pandemîyê de mane û rêjeya jinên ku di pandemîyê de bêkar mane ji % 4,1 û ya zilaman ji % 3 ye.

Sazîya Îstatîstikê ya Tirkîyê jî dîyar dike ku rêjaye jinên bêkar ji ya zilaman zêdetir e û bêkarîya jinên ciwan du caran ji ya zilaman pirtir e.

Dîsa, 1,2 mîlyon jin jî bê sîgorte ne û karên demkî dikin, zilam ji % 27,4 ji jinan zêdetir pere bi dest dixin.

Ji 10 jinan 1 tenê bi sendîka ne û jin herî zêde di beşên saxlemî û xizmetên civakî de kar dikin.

Rapor dide zanîn ku di nav neh salan da 1130 jin di qezayên kar da mirine.

Di raporê de qala newekhevîya zayendî tê kirin û tê gotin ku Tirkîye di nav 153 welatan de di rêza 130'an de ye û pandemî newekhevîya zayendî jî zêdetir kiriye.

Tanrikulu di raporê de cî dide tundî û kuştina jinan û dide zanîn ku di nav 20 salan de 7071 jin hatine kuştin û di 2020'de 213 û di 2021'an de jî 339 jin û 34 zarok hatine kuştin.

Dîsa, di sala 2021'an de 96 jinan û 2028 zarok bûne armanca destdirêjîyê û tundî li 793 jinan hate kirin û berê 772 jinan bi darê zorê kirine fihuşê.

KHF_03_07_2021_Rewşa_Jin
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:35 0:00

XS
SM
MD
LG