Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şert Û Mercên Man Yan Derketina Hêzên Tirkiyê ji Sûriyê


Dr.Rîdwan Badînî û Newaf Miro

Tirkiye bi şêweke çalak ketiye di nava pirsgirêkên Sûriyê yên leşkerî û siyasî de, ew dibêje mafdarin ewlekariya xwe ya netewî biparêzin, ku sinorekî dirêj li gel Sûriyê heye.

Heta niha artêşa Tikiyê gelek çalakî di nav axa Sûriyê de encam dane, yên herî diyar Mertala Firatê ya ku ji Jerablus da bû destpêkirin heta sinorên parêzgeha Îdlibê, û ya din oeprasyona "Takê Zeytûnê" bû ya ku Afrîn ji destên hêzên Kurdan deranî bû.

Herwiha ji aliyê siyasî de jî, Tirkiyê di Konferansên Navnetewî de yên derbarê Sûriyê, bi çalakî beşdarî kirîye, ji Konferansên Cenevre heta yên Astana û Sochi.

Peymana Sêqûlî ya Tirkiyê, Rûya û Îranê li ser herêma kêmkirina nakokiyan li Îdlibê li hev hatbûn, lê tu encamek erênî ji wê peymanê nehat bidest xistin.

Tirkiye dê bi çi şert û merc ji Sûiryê derkeve? Piştî 8 salên sergêjî û aloziyên li Sûriyê, Tikiye weke lîstikvanê serkeftî yan binketî derkeve? Ewê di encam de, Tirkiye ji Sûriyê çi bidest bixe? Tirkiye çend mafdare bi vî awayê heyî serderîyê bike li gel pirsgirêka li Sûriyê?

Ev pirs û mijare di bernama "Hest û Helwest" de bi mêhvan re hat gotûbêj kirin. Mêhvanên bernamê Dr.Rîdwan Badînî Rêveberê Institûya Lêkolînan li Herêma Kurdistana Îraqê û mamosteyê Zanîngehê û berêz Newaf Mîro nivîska ji Almanya.

please wait

No media source currently available

0:00 0:27:35 0:00

XS
SM
MD
LG