Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trudeau: Êrîşa li ser Selman Ruşdî li Dijî Azadiya Derbirînê ye


Serokwezîrê Kanada Justin Trudeau
Serokwezîrê Kanada Justin Trudeau

Serokwezîrê Kanada Justin Trudeau roja Şemiyê got ku êrîşa li dijî nivîskar Salman Rushdî lêdaneke li ser azadiya derbirînê.

Trudeau di twîteke xwe de got, "Divê tu kes li gor nivîsên xwe neyên tehdîdkirin û zirarê nebînin. Ez jê re şîfaya lezgîn dixwazim."

Dozgerên eyaleta Chautauqua roja Şemiyê got ku Hadî Matar, bergumanê êrîşa nivîskar Selman Ruşdî di boneyeke New Yorkê de, bi hewildana kuştinê hatiye tawanbarkirin û bê kefalet hatiye girtin.

Matar, zilamek 24salî ji Fairview, New Jersey, roja Înê dereng hate tawanbarkirin bi hewildana kuştinê di pileya duyemîn de û destdirêjî di pileya duyemîn de, li gor dozgerê navçeyê Jason Schmidt ku di daxuyaniyekê de got.

Nivîskarê bi eslê xwe Hindî Ruşdî, piştî ku Îranê ji Misilmanan xwest wî bikujin ji ber romana wî ya "Ayatên Şeytanî", bi salan xwe veşartibû, roja Îniyê di simînarekê de rastî êrîşa bi kêrê hat.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG