Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Kanada Trudeau û Hevjîna Wî Hember Îhtîmala Korona ji Malê Dernakevin


Justin û Sophie Gregoire Trudeau

Serokwezîrê Kanada Justin Trudeau ragihand ku ew û hevjîna wî Sophie Gregoire Trudeau xwe hember îhtîmala vîrusa korona li malê dihêlin.

Gregoire Trudeau berî demeke kurt ji serdana Londonê vegerîbû û aniha jibo nexweşîya COVID-19 tê test kirin.

Ofîsa serokwezîrîya Kanada ragihand ku di canê Gregoire Trudeau de nîşaneyên Înfluenza yan korona siviktir bûne û Serokwezîr Trudeau jî heta niha ti semptomên ku korona dibe sedem, nîşan nedane.

Ofîsa serokwezîrîyê da zanîn ku civîna rûbirû ya kabîneya Kanada hate betal kirin û wezîran wê bi rêya telefonê civîna xwe pêk bînin.

XS
SM
MD
LG