Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump û Trudeau Soza Xurtkirina Hevkarî Didin


Trump û Trudeau
Trump û Trudeau

Serokê Amerîka Donald Trump û Serokwezîrê Kanada Justin Trudeau, ku di kêşeya koçberî de cudabîr in, cara yekê îro Duşemê li Qesra Sipî civîn.

Trump û Trudeau soza xurtkirina hevkarî û afirandina karên nû jibo Amerîka û Kanada dan.

Serok Trump di preskonferansa hevbeş de got ku ewê jibo parastina karên hemwelatîyên her du alîyan û berdewamîya xweşhalîya wan bixebitin.

Trudeau jî da zanîn ku ew li ser kêşeya koçberî gotûbêjên baş û kêrhatî kirine.

Jêderên Qesra Sipî ragihand ku di hevdîtinan de bazirganîya navbera du cîranan di rêza yekê de cîh girt.

Li ber e Trudeau îro herwiha bi Serokê Civata Nûneran Paul Ryan û Rêberê Piranî yê Civata Senatoran Mitch McConnell re jî bicive.

Serok Trump pir caran gotibû ku ew dixwaze naverok û şertên Peymana Bazirganîya Serbest ya Amerîkaya Bakur (North American Free Trade Agreement) ya bi Kanada û Meksîsa jinûve gotûbêj bike.

Hêjayî balkişandinê ye ku Kanada bi giranî hewceyî bazara Amerîkî ye jiber ku 75 ji sedê hemê derfirotina wê bi Washingtonê ye û Ottawa ye jî 18 ji sedê derfirotina Amerîkî pêk tîne.

XS
SM
MD
LG