Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevdîtina Trump û Rosenstein Hat Taloq Kirin


Serok onald Trump û Cîgirê Wezîrê Dadê Rod Rosenstein

Hevdîtina Serok Donald Trump û Cîgirê Wezîrê Dadê Rod Rosenstein ji hefteya pêş re hat taloq kirin.

Qesra Sipî ragihand ku jiber ku rûniştina li Senato ya Berbijarê Dadgeha Bilind Brett Kavanaugh û Profesor Christine Blasey Ford ya ku wî bi destdirêjîya seksî tawanbar dike, li heman rojê rast hatiye, hevdîtna Trump û Rosenstein hatiye taloq kirin.

Tê îdia kirin ku Rod Rosenstein xwestiye ku dengê Serok Trump bi dizî were tomar kirin û ew di peyvajoya dûrxistina Trump ji seroktîyê de wek delîl were karanîn.

Piştî hat îdia kirin ku Trump dê li dû hevdîtinê Rosenstein biqewitîne, Serokê Amerîka da zanîn ku ew naxwaze ku Rosenstein ji kar dûr bixîne.

Rosenstein jî îdiayên ku pêşî rojnameya New York Timesê nivîsîbû red kiribû.

XS
SM
MD
LG