Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Îranê bi Dizî Uranyum Pîtandîye Û Dê Siza Bên Zêdekirin


Serokê Amerîka Donald Trump

Serokê Amerîka Donald Trump, roja Çarşemê Îran bi pîtandina Uranyumê tawanbar kir û got Îran bi dizî û bo demek dirêj pîtandina uranyumê encam daye, hişyarî dan ku dê di demek nêzîk de sizayên ser Îranê bên zêde kirin. Trump Îran bi binpêkirina "peymana navokî ya xerab" tawanbar kir.

Twîta Trump ya li ser Îranê
Twîta Trump ya li ser Îranê

Di heman demê de rêxistina Netewên Yekgritî civîneke awarte li ser binpêkirina Tehranê yên peymana navokî li dar xist.

Trump di twîteka xwe de ya roja Çarşemê nivîsand "madem Îranê bi dizî Uranyum pîtandîye ev binpêkirina tam ya peymana xerabe, ya ku 150 mîlyar dolarên Amerîkî têçûne ku Wezîrê derve yê berê John Kerry û rêveberîya b erê ya Obama pêkanî bû".

XS
SM
MD
LG