Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Helmetên Hilbijartinan ên Trump û Biden Berdewam in


Serokê Amerîka Donald Trump di rojên dawî yên helmeta xwe ya hilbijartinan de dîsa berpirsên saxlemiyê rexne kirin li dor nêzîkbûn û helwdanên vehewandina vîrusa koronayê, ku bi awayekî berfereh careke din li Amerîka belav dibe û di van demên dawî de, derdora 1,000 kes rojane jiyana xwe ji dest didin.

Trump got pizîşk pereyan bêhtir werdigirin dema ku nexweşên wan bi koronayê dimirin. Wî berê jî, di vê derbarê de şarezayên tenduristî yên wek Anthony Fauci rexne kirine.

Serok, berpirsên demokrat li wîlayeta Minnesota rexne kirin li dor sepandina pîvanên dûrbûna civakî ku helmeta wî sînordar kirin.

Rapirsiyên nerînan diyar dikin ku kandîdê demokrat Joe Biden li ser tevahiya Amerîka li pêş Trump e, lê rikeberiyeke berbiçav heye.

Joe Biden, ji aliyê xwe ve, Trump bi xemsariya şerê vîrusa koronayê tawanbar kir. Vîrusê ta niha 229,000 kes li Amerîka kuştine.

Helmeta Biden kombûnên mezin sînordar kirine û boneyên ku alîgirên wî lê kom dibin jî, di nava otombêlên xwe de dimînin.

Trump îro Şemiyê diçe wîlayeta Pennsylvania û helmeta xwe li bajarên Newtown, Reading û Butler li dar dixe.

Biden û serokê berê yê Amerîka Barak Obama jî îro li wîlayeta Michigan in.

Trump di sala 2016an de, li herdu wîlayetên Pennsylvania û Michigan biser ket, lê rapirsîyên Reuters/Ipsos diyar dikin ku Biden li Pennsylvania bi 5 xalan û li Michigan bi 9 xalan, di pêş Trump de ye.

jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG