Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Dengekê Eyaleta Maine Bidest Dixe


Serok Trump dengekê hilbijartinê yê eyaleta Maine dibe, di encam da hejmara dengên Trump yên heta niha zelal bûne, gihişt 214 dengan.

Herdu eyaletên Amerîka Maine û Nebraska bi şêweke cûda ji eyaletên din yên Amerîka dengan dabeş dikin. Li van herdu eylaten deng li gor kanê her berbijarekî çend deng anîne tên dabeş kirin.

Li eyaletên din yên Amerîka her kandîdê piraniya dengan bidest xist ewê hemû dengên nûrenê desteya hilbijêran yên wê eyaletê qazanc bike.

Jo Biden berbijarê Demokratan ji hejmara 4 dengên Maine 3 dengên nûnerên desteya hilbijêran bidest xistin û heta niha dengên wî gihane 253ê dengan.

Beşek ji çavkaniyên mediyayî diyar dikin ku Biden 264 deng hene ev jî li gor ku her 11 dengên eyaleta Arizona bidest xistine. Lê bi şêweke fermiî hêşta hejmartina dengan li wê eyaletê temam nebûye û encamên dawiyê nehatine ragihandin ku Biden dengên wê eyaletê bidest xistine.

XS
SM
MD
LG