Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Roja Hilbijartinê Nêzîk Dibe Û Helmetên Hilbijartinê Xortir Dibin


Donald Trump û Joe Biden

Serok Donald Trump kempeynên hilbijartinê li wîlayetên sereke bihêz û çir dike di van du rojên dawiyê da yên hilbijartinên serokatiya Amerîka ku roja 3ê Mijdarê dê pêk bihên.

Ev hewildanên serok Trump bo anketên giştî û rapirsiyane û herwiha serkeftin bi ser hevrikê xwe Joe biden da berbijarê Demokratan bo postê Serokatiya Amerîka.

Li gor anket û rapirsiyên niştîmanî Biden li pêşe lê ev rapirsî ne şertê serkeftina serokê Amerîka ye û weke pîvaneke fermî nayê hesab kirin.

Serok Trump di van rojên dawiyê da serdanan çendîn wîlayetên sereke kirîye ku ew wîlayet dikarin bibin kilîta serkeftinê û weke wîlayetên biryarder tên naskirin, ew dê diyar bikin kanê Trump dê 4 salên din li ser desthilatê bimîne yan jî dê weke serdema George W. Bush yê (bab) be, ku tenê di yek xolê da li Qesra Spî mabû.

Li gor planê îro Yekşemê Joe Biden dê serdana wîlayeta Pennsylvania bike, ku yek ji wîlayetên sereke yên biryarder yên hilbijartinên serokatiya Amerîka tê hejmartin.

Di helmetên xwe yên hilbijartinê da Biden senga xwe xistiye ser rexnekirina rêbaz û mîkanîzma berhingarbûna vîrusa koronayê.

Trump li bere Îro Yekşemê û sibe Duşemê 10 mîtîngan li cihên cûda encam bide, ev ji asta herî bihêz ya helmetên hilbijatinê ye, da ku dengderan hay bide herin ser sindoqan dengê xwe bidin berbijarê Komarîyan.

Trump îro Yekşemê dê li wîlayetên Michigan, Iowa, North Carolina, Georgia û Pennsylvanian kempeyna xwe bidomîne.

XS
SM
MD
LG