Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Clinton û Trump Serkefitnên Nû Bidest Xistin


Doh di super Tuesday ya pêşhilbijartinên Amerîka de, berbijêra demokratan Hilary Clinton û yê Komariyan Donald Trump serkeftinên nû bidest ve anîn.

Li 5 eyaletên Amerîkî (Maryland, Pennsylvania, Connecticut, Delaware û Rhode Island) Hilary Clinton wezîra derve ya berê ya Amerîka ji partiya Demokrat û Mîlyardêr Donald Trump ji partiya Komariyan, serkeftinên mezin bidest xistin.

Di eniya Komariyan de, heta niha sê berbijêr hevrikiyê jibo namzetiya serokatiya Amerîka dikin, lê yê herî li pêş, Mîlyardêr Donald Trump e.

Herweha Senator Ted Cruz û berbijêr John Kasich li hember Trump di hevrikiyê dene, lê li gur dengên Trump stendine ew herdû li paş mane.

Di eniya Demokaratan de berbijêr Hilary Clinton li Pêşe, niha hevrikî di navbera wê û senator Bernie Sanders de heye.

Li gur encamên pêşhilbijartinan yên heta niha di navber berbijêrên serokatiya Amerîka de weha ye:

Komarî:

Donald Trump: 950 Nûner

Ted Cruz: 560 Nûner

John Kasich:153 Nûner

Demokrat:

Hillary Clinton : 2141 Nûner

Bernie Sanders : 1321 Nûner

XS
SM
MD
LG