Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îmzenekirina Trump a Pakêta Kongrêsê Bi Milyonan Amerîkî Ji Alîkarîyên Darayî Bêpar Dihêle


Serok Donald Trump û Xanima yekem Melania Trump

Bi milyonan Amerîkî îro Şemîyê derfeta wergirtina sûdeyên bêkarîyê ji dest didin piştî ku serok Donald Trump red kir pakêta alîkarîyê ya bi nirxa 2.3 trilyon dolar îmze bike. Trump dibêje pakêta xerckirinê têra pêwîstîyên rajane yên xelkê nake.

Trump Komarî û Demokrat tev şaş hîştin dema ku vê hefteyê got ew ne razî ye ji wê pakêta alîkarîyê ya bi nirxa 892 milyar dolar ku kongrêsê erê kiribû ji bo bêkar û malbatên Amerîkî û her wiha 1.4 milyar dolar ji bo xerckirina normal a hikûmetê.

Pakêt her wiha sûdeyên taybet ên bêkarîyê berdewam dike.

Bê îmzekirina Trump, dibe ku dora 14 milyon kes alîkarîyan ji dest bidin, li gor datayên wezareta kar.

Hin beşên hikûmetê jî roja Sêşemê tên girtin, eger kongrês nikaribe erê bike li ser piştgirîyeke darayî.

Piştî rakêşaneke bi mehan dirêj, Komarî û Demokratan, hefteya borî li dor pakêteke alîkarîyê erê kiribû, bi piştgirîya Koşka Spî.

Trump, ê ku roja 20 meha Çile desthilatê radestî serokê hilêbijartî Joe Biden dike, dijberîya xwe bo rêkeftinê diyar nekir berî ku kongrês roja Duşemê dengdanê li dor wê bibe.

Piştî erêkirina pakêtê ji alîyê kongrêsê ve, Trump gazin kirin ku ew pakêt behtir piştgiriya berjewendîyên taybet, projeyên rewşenbîrî û alîkarîyên bîyanî dike, û alîkarîya rasterast bo milyonan Amerîkî kêm e.

Trump dixwaze ku ew alîkarî ji 600 dolar bo 2,000 dolar were bilindkirin.

Trump di Twîtekê de gotibû:

“Çima wê sîyasetmedar nexwazin ku 2,000 dolar bidin xelkê, û ji dêvla wê tenê 600 dolar bidin. Pereyan bi xelkê me din.”

XS
SM
MD
LG